BI DÎMEN

Hêzên rejîma Îranê girtiyan wekî mertala zindî bi kar tîne

Pasdaran Şoreşa Îranê ji bo parastina xwe xwepêşanderên di çalakiyên berî niha yên li Îranê de binçavkiribûn, ji Girtîgeha Evîn veguhestin navendên xwe yên leşkerî.

Li gorî dîmenên li ser tevnên civakî hatine belavkirin, Supayê Pasdaran ya Rejîma Îranê xwepêşanderên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de biçav kiribûn, ji bo parastina canê xwe bi darê zorê vediguhêzin navendên xwe yên leşkerî.


Heta ragihandin ku di nava kesên hatine binçavkirin gelek jin û zarok jî hene. Spayê Pasdaran wisa dizanin ku ji ber vê yekê wê Amerîka û Îsraîl êrişî wan nekin.

Çalakvan û bikarhênerên tevnên civakî li hemberî vê rewşê nerazîbûn nîşan dan û gotin ku ev xeterî û bêrêziyeke eşkere ya li heberî canê girtiyane û pêwîste civaka navneteweyî ji bo parastina canê girtina li Girtîgeha Evîn bikevin nava nava tevgereke bi lez.

Heta niha reyedarên rejîma Îranê têkildarî vê mijarê ti daxuyaniyeke fermî nedaye. Li aliyê din Komîteya Azadiya Girtiyên Siyasî îro ragihandibû ku parêzvanên Girtîgeha Evîn reviyane û rewşa girtiyan pir xirabe û di nava xeteriyeke mezin de ye.